Zehra Melek Çat
08 Sibat 2023•Rojanekirin: 08 Sibat 2023
Li Hatayê ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê piştî 47 saetan xortekî 19 salî yê bi navê Omer Sert ji binê kavilê derxistin.
Piştî erdhejên ku navenda wan Kahramanmaraş e û tesîr li ser 10 bajaran kir li Hatayê jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin.
Ekîbên ji Konyayê çûn Hatayê qasî 9 saetan xebitîn û ciwanekî bi navê Omer Sert ji binê kavilan hat xelaskirin.
Sert rakirin nexweşxaneyê.
Ekîban kesekî din jî sax xelas kirin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê bi 1259 xebatkaran va li Hatayê dixebitin.