19 Nîsan 2018•Rojanekirin: 19 Nîsan 2018
HAKKARÎ
Li Çuxurcaya navçeya Hekariyê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 19 kîlo teqemeniya plastîk hat girtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr xebatên ji bo deşîfrekirin û pêşîlêbirîna çalakiyên PKK/KCKya rêxistina terorê didomînin
Li gundê Gundeşê ya li Geliyê Gundekê hêzên ewlekariyê li stargeheke terorîstan geriyan û di lêgerînê da 11 kîlo teqemeniya sor, 8 kîlo jî teqemeniya gewr a plastîk, 2 bêtêlên li ser pergalê hatine girêdan, 2 tupên mezin û 2 tûpên piçûk girtin.