Hikmet Temeş
27 Sibat 2024•Rojanekirin: 07 Adar 2024
Li Hekariyê welatiyên debara xwe bi heywandariyê dikin, baş miqatî berxên nûbûyî dibin ku tiştek bi wan neyê.
Li gundê Kirikdagê yê Hekariyê bi zayîna pêz ra şixulê heywandaran girantir bû.
Heywandar berxên nûbûyî ji ber makên wan digirin û wan dixin kozan da ku tiştek bi wan neyê.
Heywandar Recep Yigit diyar kir ku digel zehmetiyên wê, ew ji heywandariyê hez dike, lê karê wan zivistanê pir zehmet dibe û wiha dewam kir:
"Ez li Taxa Derecikê ya gundê Kirikdagê dijîm. Pez ji bo ku bi ber û adan be, divê meriv baş miqat be û rind alif bike. Her wiha em niha kêfxweş in ku pez dizê. Di 10ê Rêbendanê da serî ket pez. Pirê wan zaye. Em nava rojê alif û ava pêz didin. Digel zehmetiyên wê, xwedîkirina pêz karekî xweş e."