Mehmet Arif Altunkaynak
17 Hezîran 2017•Rojanekirin: 17 Hezîran 2017
MARDIN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê agir bi tankêreke bi petrola xam barkirî ket.
Li gorî agahiyan, li rêbeja Şirnex-Nisêbînê de, tankêreke bi plaqeya 27 ATS 24 ku Hayrettin Soysal diajot û bi petrola xam barkirî bû, di encama teqîna 2 tekerên wê agir pê ket.

Agirê ku bi tankêrê ket piştre avêt erdê li qiraxa rê. Ekîbên îtfaiyê gihîştin cihê bûyerê û agir kontrol kirin.
Rêbeja ku nêzîka 40 deqîqeyan ji hatûçûnê re girtî ma, piştî vemirandina agir vebû.