BATMAN
Li Sasona navçeya Batmanê çîlekên ku li gundan hatibûn çandin, gihîştin û niha jî tên komkirin.
Serokê Hilberinerên Çîlekên Sasonê Mahmut Dogan daxuyand ku li navçeyê gelek kes bi çîlekan îdareya mala xwe dikin. Dogan got ku wan heya niha li erdekî nêzî hezar û 200 donimî çîlek çandine û ev jimar hê jî zêde dibe.
Çîlekên ku hatine komkirin li ser rê tên firotin û bi tevahî jî komîsyoncî û kesên ji rê re diborin, dikirin.