07 Mijdar 2015•Rojanekirin: 08 Mijdar 2015
ŞIRNAK
Li Uludereya navçeya Şirnexê ji ber teqîna mayinê eskerek cangorî bû.
Li gor agahiyên ku hatin hildan çawişekî pispor li herêma baregeha Gulyazi Karaçaliya nêzî sînorê Tirkiye-Iraqê pê li mayinê kir. Ji ber teqîna mayinê çawişê pispor cangorî bû û cinazeyê wî jî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.