Li Dîvrîxa navçeya Sêwasê 20 kîlo teqemeniya ku bi destan hatibû çêkirin, hat bidestxistin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiya Sêwasê hat dayîn, cendirme li ser îxbarekê çûn gundê Dumlucaya navçeya Dîvrîxê, herêma Tepê Kemerkolê. Cendirmeyan li vê derê di erazî da rastî teqemeniyê hat. 12 heb teqememenî wek tûpan bi destan hatiye çêkirin û giraniya wan 20 kîlo ye.
Li gor nirxandinê mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz teqemenî amade kirine. Teqemenî bi telîmata Dozgerê Komarê hatin îmhakirin.