ANKARA
Êrîşa li Meydana Adewiyyeyê ya ku ji hêla hêzên ewlehiyê yên Misirê hat kirin, bûbû sedema bi sedan mirinan û bi hezaran jî birîndaran. Ev qetliyam li welêt hat protestokirin.
Ji Stenbolê, Ankarayê, Antalyayê, Kırıkkaleyê, Sîwasê, Şanlıurfayê, Eskişehirê, Kayseriyê, Diyarbekirê, Adanayê, Mardînê, Samsûnê, Zonguldakê, Erziromê, Bûrsayê, Sakaryayê, Çanakkaleyê ji bo êrîşê bertekên tund hat nîşandan.
Li Stenbolê bi pêşengiya İHHê û Ozgur-Derê li hewşa Mizgefta Fatîhê welatî li hev civiyan û êrîşa li Misrê protesto kirin.
Serokê İHHyê Bulent Yıldırım li qada çalakiyê da zanîn ku xwîna misilmanan ji bo hev êdî gelek erzan bûye û got: "Ji van qetliyaman hin ji wan ji aliyê hêzên emperyalîst hin ji wan jî ji aliyê cehşên di nav me de tên kirin."
Koma li Stenbolê duh bi şev li Parka Saraçhaneyê bû
Bulent Yildirim anî ziman ku ew ji bilî Xwedê, ji bilî nifirên mazlûman, feryadên dê û bavan ji tu kesî natirsin. Her wiha bi bîr xist dema ku li Misrê êrîş û qetliyam çêdibûn çima kesî nedianî zimên û çima li dijî birêvebiriya Siûdî kes neaxiviye ku alîkariyê daye Sîsî.
Abdurrahman Dilipak jî got ku neheqiya li mirovekî, tê wê maneyê ku li hemû civakê hatiye kirin. Ji ber wê neheqiya li Misrê, ne tenê li Misrê ji bo alema îslamê çêbûye. Ji ber wê yekê civîna me ya li vir berî her tiştî ji bo me ye.
Piştî daxuyaniyan milet nimêja nîvro kir û ber bi Parka Saraçxanê meşiya.
Li pêşber konsolxaneyên Misir û DYAyê protesto hebû
Endamên Platforma Piştevaniya ji bo Gelê Misrê li pêşiya konsolxaneya Misrê li hev civiyan û qetiyamê protesto kirin. Li ser navê saziyên sîvîl Alîkarê Serokê Giştî yê Memûr-Senê Metin Memiş axivî û got ku ev bi salan e hêzên emperyalîst li alema îslamê tevgerên bêpergal pêk tînin. Sîsî ji piyonên wan yek e, divê êdî alema îslamê vê yeke qebûl neke û dengê xwe bilind bike.
Antalya
Li Antalyayê Platforma Piştevaniyê ya ji bo Gelê Misrê li Mizgefta Muratpaşa li hev kom bûn û ji bo kesên ku hatin kuştin nimêja cinazê kirin û piştre daxuyanî ji bo çapemeniyê hat dayîn.
Li ser navê komê Gultekin Sincer daxuyaniyê xwend û got ku divê em li ber vê qetliyamê bê deng nemînin. Her wiha anî ziman ku tu kes nikare egereke heqdar bide nîşanê vê qetliyamê û em ê tu carî vê zilmê qebûl nekin.
Kırıkkale
Li Kırrıkkaleyê bi pêşengiya Komela Vuslatê li Mizgefta Çarşıyê milet ev qetliyam şermezar kir. Li ser navê komê Serokê Komelê yê şaxa Kırıkkaleyê Hamza Yalçın axivî û got ku ev nêzî mehek e misilmanên li Misrê ber xwe didin, lê belê derbekaran heya niha bi sedan can girtine û bi hezaran kesî birîndar hiştine.
Sîwas
Li Sîwasê hin rêxistinên sîvîl li Meydana Cumhuriyetê civiyan. Li ser navê komê Dildarê İHHya Sîwasê Ozcan Duman axivî û got ku di nava bi milyonan sîvil de guleya rasteqîn hatiye bikaranîn û li ser vê yekê ji 200 kesî jortir mirî ji 4 hezar û 500 kesî zêdetir jî birîndar hene. Ji bo birîndaran mudaxeleyên tibî têr nakin. Hejmara miriyan jî her diçe zêde dibe.
Şanlıurfa
Li Şanlıurfayê 60 saziyên sîvîl êrîşa ku hatiye kirin bi daxuyeniyeke hevpar şermezar kirin. Li ser navê komê Serokê Komela Kalemê ya Çand û Lêkolîn û Perwerdeyê Abdullah Goçmez bi welatiyan re li devera Balıklıgolê civiyan û daxuyand ku gazinca me ya herî mezin li misilmanên ku xwe veşartine û deng nakin. Heya ku misilman neyên li bal hev û bi hev re tevnegerin ev yeka dê wiha bidome.
Eskişehir
Li Eskişehirê bi pêşengiya İHHyê li Parka Saatliyê welatî li hev civiyan û li dijî derbeyê dirûşmên xwe qêriyan. Li ser navê welatiyan Kordînatorê Bajar yê Eskişehirê yê Weqfê Muammer Karaman axivî û got ku hêzên ewlehiya Misrê bi çek û guleyên rastî êrîş birine li ser demokrasîxwazan. Her wiha welatên li rojavayê jî derbeyê nabînin û xwe kerr dikin.
Kayserî
Li kayseriyê endamên rêxistinên sîvil li Meydana Cumhuriyetê civiyan. Li ser navê komê Ahmet Taş axivî û got ku em kesên ku qetliyamnê li gelê xwe dikin şermezar dikin. Piştî daxuyaniyê Quran hat xwendin û dua hat kirin.
Li Diyarbekir, Adana, Mêrdîn, Konya û Samsûnê nimêja cinazê hat kirin. Li Erziromê, Çanakkaleyê, Gaziantepê, Erzincanê, Bursayê, Sakaryayê, Kahraman Maraşê, Malatyayê jî dîsa bi pêşengiya gelek rêxistin û saziyên sîvîl welatî li hev kom bûn, dua xwendin, dirûşmên xwe qêriyan, Quran xwendin û li dijî derbekaran bi zimanekî tund aciziya xwe gotin.