Nihat Kavşut
21 Mijdar 2018•Rojanekirin: 21 Mijdar 2018
ZONGULDAK
Cinazeyê 3 xebatkarên ku li Kîlimliyê ji ber teqîna ku di madeneke bêrusxet da çêbû mirin, hat dîtin.
Cinazeyê 3 xebatkarên ku li Kîlimliya navçeya Zonguldakê ji ber teqîna ku di madeneke bêrusxet da çêbû mirin, hat dîtin.
Piştî xebatên ku ekîbên Saziya Komirê ya Tirkiyeyê jî beşdar bûn cinazeyê xebatkarên madenê Kenan Çavuş, Hasan Gençturk û Ugur Goktaş hatin derxistin.
Cinazeyên hatin derxistin rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturk ya Zonguldakê.