Mücahit Türetken
25 Sibat 2025•Rojanekirin: 26 Sibat 2025
Mehyayên kevneşopiya serdema Osmanî, ku di mehên remezanê da mizgeft dixemilandin, li mizgeftên Stenbolê tên daliqandin.
Kevneşopiya daliqandina mehyayan bi mizgeftan va, ku piştî sedsala 16an li Dewleta Osmanî destpê kiribû, îro jî di remezanan da mizgeftan dixemilînin.
Di demekê da ku çend rojek mane ji meha remezanê ra, li Stenbolê mehya li selatîn û mizgeftên mezin tên daliqandin. Ekîba AAyê dîmenê mehyayên ku Mizgefta Şerîf a Ayasofyaya Kebîr, Mizgefta Nû ya Emînonuyê û Mizgefta Suleymaniyeyê xemilandin kişand.
Mizgefta Sultanahmetê ku ji sala 1617an ji vebûna wê va, di nava mînareyên wê da mehya dihat daliqandin, îsal ji ber xebatên venûjenkirinê ewê mehya pê va neyên daliqandin.
- "Kevneşopiya daliqandina mehyayan îro bi hejmareke kêm a pîşekaran berdewam e"
Miftiyê Stenbolê Prof. Dr. Safî Arpaguş, di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê da anî ziman ku îro kevneşopiya xemilandina mizgeftan bi mehyayan di meha remezanê da, bi hejmareke kêm a pîşekaran didome.
Arpaguş destnîşan kir ku îsal jî di mehyayan da pîroziya meha Remezana Şerîf, herwiha pesnê wê yê meha Quran û rojiyê ewê di mehyayan da reng vede.