Sayim Harmancı,Hikmet Temeş
15 Îlon 2022•Rojanekirin: 17 Îlon 2022
Adil Yîgîtê ji Hekariyê ev 23 sal e mozvaniyê dike hingivê ku li serê çiyayên bilind di nav kevir û zinaran da dibîne piştî gelek hewl û zehmetiyan derdixe û bi taybetî difiroşe kesên jê xwestine.
Li Hekariya zozanên wê gelek in û ji bo moz û mozvanan devereke baş e û moz li kewarên ji xwe ra kifş kirine jî hingiv çêdikin.
Adil Yîgîtê 52 salî ku li gundê Kirikdagê dijî û 23 sal e him cotkarî û him jî mozvaniyê dike çiya bi çiya digere û hewl dide hingivê ku mozan di nav kevir û zinar û dar û deviyan da çêkirine bibîne.

Ew ewilî deverên moz lê datînin tespît dike û van rojan jî ji ber ku heyama berhevkirina hingiv dest pê kiriye diçe wan ciyên tespît kiriye û hingiv jê derdixe.
- "Ji bo kîloyek hingiv em bi rojan dimeşin"
Yîgît daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo dîtina hingivê heqîqî ew gelek hewl didin û wiha pêda çû: "Em mozên di kewara ku hingiv jê derdixin daxilî kewareke din dikin. Ev kar jî gelek zehmet e û em hildikişin ser kevir û zinaran. Dema em hêlîna wan vedikin moz bi me vedidin."
Yîgît destnîşan kir ku ew bi tevdîr vî karî dikin û wiha domand: "Em carna ji bo kîloyek hingiv bi kîlometreyan rê diçin. Em bi qasî 5-6 kîlometre rê diçin, 100-200 metre hildikişin çiyê. Moz li her derê danaynin û li ku derê rihet bin li wê derê datînin. Ji hundir û nav welêt mişterî hene. Ji Almanya û Norvêcê him eqreba û him jî mişterî têlefon dikin. Em kîloya vî hingivî di navbera 2 hezar, 2 hezar û 500 lireyî da difiroşin. Hingivê me heqîqî ye."