23 Adar 2016•Rojanekirin: 24 Adar 2016
BRUKSEL
Hat ragihandin ku êrîşkarên Balafirgeha Brukselê Xalid û Îbrahîm Bakraouî yê birayên hev in.
Polêsên Belçikayê nasnameya êrîşkarên Balafirgeha Brukselê tesbît kirin. Hat eşkerekirin ku Xalid û Îbrahîm Bakraouî yê birayên hev ev êrîşa kirine. Hat ragihandin ku sabiqeya herdu birayan heye.
Hê li kesê din ê ku do wêneya wî hatibû weşandin digerin.
Li Burksela paytextê Belçikayê do êrîşên li Blafirgeha Zaventemê û Maelbeeka rawestgeha metroyê da 34 kes miribûn û ji 130yî zêdetir kes jî birîndar ketibûn.
DAEŞa rêxistina terorê berpirsiyariya êrîşê hildabû ser xwe û piştra li welêt tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û derxistin asteke bilind.