Fatih Gazioğlu
10 Gulan 2019•Rojanekirin: 11 Gulan 2019
Nûçegihanê AAyê yê Bayburtê Abdulkadîr Nîşanci li Çiyayê Soganliyê dema wezîfe dikir ji kendal gilorî jêr bû.
Li gor agahiyan, nûçegihanê AAyê yê Bayburtê Abdulkadîr Nîşanci ji bo xeberê çû Çiyayê Soganliya ku li ser rêya Bayburt û Trabzonê ye.

Nûçegihan Nîşanci li vîraja Derebaşiyê dema dixwest dîmen bikişe li ser berfê tehisî û ji kendal gilorî jêr bû.
Li ser bûyerê tîmên rebêjê cab dan rayedaran û ji AFAD, cenderme û tîmên tenduristiyê alîkarî xwest.
Tîm gihiştin herêmê û ji bo xilaskirina nûçegihanê AAyê dest bi xebatê kirin.
Xebatên ji bo xilaskirina Nîşanci li herêmê dewam dikin.