Kemal Karadağ
18 Adar 2023•Rojanekirin: 19 Adar 2023
Kesên ji alî partiyên siyasî û welatiyan va dixwazin wek namzedê serokomariyê bên nîşandan ji sibê pê va wê bikaribin serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB), bixin.
Li gor bernameya ku LHByê ji bo Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya Heyama 28emîn û Hilbijartina Serokomariyê ku wê di 14ê Gulanê da bên kirin pêvajoya serlêdanê sibê dest pê dike. Kesên dixwazin ji bo serokomariyê bibin namzed û kesên partiyên siyasî wan wek namzed nîşan bidin ji sibê pê va dikarin ji bo namzediyê serî li lijneyê bidin.
Kesê ji alî welatiyan (hilbijêr) va wek namzedê serokomariyê bê nîşandan heta 20ê Adarê saet 17.00an dikare serî lê de û ji bo namzedê ku ji alî partiyên siyasî va jî bê nîşandan qewlê serlêdanê di 23ê Adarê saet 17.00an da wê biqede.
Kesên ji alî welatiyan va wek namzed bên nîşandan divê di navbera 22yê Adarê û 27ê Adarê da 100 hezar îmzeyî berhev bikin.
Lîsteya namzedên teqez ên serokomariyê di 31ê Adarê da wê ji ser Rojnameya Fermî bê weşandin û heyama propagandaya hilbijartina serokomar jî wê dest pê bike.