Mümin Altaş
18 Îlon 2025•Rojanekirin: 19 Îlon 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas ra hat bal hev.
Serokomar Erdogan li ber deriyê Kuliyeya Serokomariyê pêşwaziya Ebas kir.
Erdogan û Ebas li ser pêlekanan, li ber alayên Tirkiye û Filistînê wêne dan kişandin.
Civîn ji çapemeniyê ra girtî çêbû û Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan jî beşdar bû.
- Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokdewletê Filistînê Ebas da daxuyanî da
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtina xwe da ya bi Serokdewletê Filistînê Mehmûd Ebas ra got ku komkujiya Îsraîlê ya li Xezeyê bi êrîşên bejayê yên dawîn va kete merhaleyeke nû, Îsraîl ne tenê Filistînê îstiqrara herêmî jî tehdîd dike, êrîşa dijî Qeterê nîşaneya vê yekê ye.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokdewletê Filistînê Mehmûd Ebas da daxuyanî da.
Li gor vê di hevdîtinê da êrîşên Îsraîlê yên dijî Filistînê û mijarên herêmî hatin guftûgokirin.
Serokomar Erdogan di hevdîtinê da got ku komkujiya Îsraîlê ya li Xezeyê bi êrîşên bejayê yên dawîn va kete merhaleyeke nû, Îsraîl ne tenê Filistînê îstiqrara herêmî jî tehdîd dike, êrîşa dijî Qeterê nîşaneya vê yekê ye.
Erdogan diyar kir ku jimara serok, rîspiyên ku Îsraîlê rexne dikin zêde bûye, ji bo zêdekirina pêkûtiya navneteweyî ya dijî Îsraîlê hewldan dewam dikin, Tirkiye dê ji niha pê va jî di her platformê da bi biryardarî doza Filistînê û êrîşkariya Îsraîlê bîne ziman.
Erdogan destnîşan kir ku pêşaniya Tirkiyeyê ew e ku li Xezeyê demildest agirbest çêbe û dawî li drama mirovahiyê ya li herêmê bê û destnîşan kir ku Îsraîl helwesta xwe ya ku şeht li aştiyê dide di her firsendê da nîşan dide, Tirkiye dê li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe dengê Filistînê.
Serokomar Erdogan got ku alema Îslamê ji bo berterefkirina tehdîda Îsraîlê divê bêtir bi hev ra be û tesîskirina yekîtiya siyasî ya li Filistînê dê hewldanan xurt bike, Tirkiye jî dê piştgiriya xwe ya bo van hewldanan bidomîne.