Zafer Fatih Beyaz
21 Sibat 2023•Rojanekirin: 22 Sibat 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Osmaniyeyê li konbajara ji bo erdhejzedeyan hat avakirin lêkolîn kirin.
Serokomar Erdogan piştî erdhejên navend Kahramanmaraş ji bo ku lêkolînan bike û di cî da xebatan bibîne bi Devlet Bahçeliyê Serokê Giştî yê MHPyê ra hat Osmaniyeyê.

Erdogan li konbajara ji bo erdhejzedeyan hat avakirin welatî ziyaret kirin û ji Kadîr Karayê Şaredarê Osmaniyeyê der barê xebatên li bajêr tên kirin da agahî hildan.
Serokomar Erdogan diyar kir ku dê pirsgirêka avahiyan û pirsgirêkên din di demek kurt da bên helkirin û got ku "Hinek sebir, Rebbê min bila sebrê bide. Wekî min got salekî destûrê bidin, em ê we li derva nehêlin. Hûn emanetî me ne."
Erdogan bi zarokên li konbajarê ra sohbet kir û bi malbata şehîd ra hat bal hev.