Serokomar Erdogan: "Lêkolînên li qadê bi baldarî didomin"
Zafer Fatih Beyaz
23 Nîsan 2025•Rojanekirin: 23 Nîsan 2025
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê erdhejên li Stenbolê da got, "AFAD û Wezareta Tenduristiyê û hemû sazî û dezgehên dewleta me amade ne û lêkolînên li qadê bi baldarî didomin."
Erdogan li Salona Pêşangehê ya Gel ya Beştepeyê di "Mihrîcana Zarokan ya 23yê Nîsanê ya 47an ya TRTyê" da der barê erdhejên li Stenbolê da axivî.
Serokomar Erdogan der heqê erdhejên li Stenbolê da got, "AFAD û Wezareta Tenduristiyê û hemû sazî û dezgehên dewleta me amade ne û lêkolînên li qadê bi baldarî didomin."
Erdogan wiha dewam kir, "Ji xeynî hevalên me yên wezîr, min ji Waliyê Stenbolê û Serokê AFADê jî agahiyên nû hilda, şikir vê gavê pirsgirêk tuneye."
Serokomar Erdogan: "Lêkolînên li qadê bi baldarî didomin"