Kaan Bozdoğan
19 Îlon 2025•Rojanekirin: 19 Îlon 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku dê îro beşdarî festîvala hewagerî, feza û teknolojiyê ya herî mezin a dinyayê TEKNOFESTê bibe.
Serokomar Erdogan di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe yê NSosyalê da diyar kir ku dê di roja sêyemîn a TEKNOFESTê ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) Hevkarê Ragihandinê ya Global e û bi serkêşiya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Weqfa T3ê va li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê tê lidarxistin, bibe.
Erdogan got ku "Ez sibê ji bo ku beşdarî festîvala teknolojî, feza û hewageriyê ya herî mezin a dinyayê TEKNOFEST 2025an bibim dê li Balafirgeha Ataturkê bim. Di serî da birayên me yên ciwan ez hemû hemşeriyên xwe yên Stenbolî, hemû welatiyên xwe dawet dikim ku ji bo em bi hev ra vê şanazî û kelecanê bijîn bila TEKNOFESTê ziyaret bikin."