Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Baregaha Sererkaniyê operasyona Şah Firat a ku ji bo cihê Tirba Silêman Şah bê guherandin hat li dar xistin heta şev dereng şopand û îdare kir.
Wêneyên Serokwezîr Davutoglu yên ku li Baregaha Sererkaniyê dema operasyon îdare dikir hatin weşandin.
Di wêneyan de xuya dike ku Serokwezîr Davutoglu li Baregaha Sererkaniyê agahiyan ji Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Hulusî Akar, Fermandarê Hêzên Hewayê Orgeneral Akin Ozturk hildide û dîmenên operasyonê ji 3 ekranên cuda temaşe dike.
Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Îsmet Yilmaz, Musteşarê Serokwezîrtiyê Kemal Madenoglu û Wekîlê Musteşarê MÎTê Îsmaîl Hakki Musa jî di navenda operasyonê de amade bûn.