Abdulkadir Günyol
22 Îlon 2025•Rojanekirin: 22 Îlon 2025
Selçuk Bayraktarê Serokê Lijneya Rêveberiya TEKNOFESTê û Serokê Heyeta Mutewelî ya Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (T3) wiha got, "Em bawer in ku zarokên rû tav ên şaristaniya me, bi îlhama xwe ya ji edalet, hurriyet, qencî û merhemeta ji şaristaniya me va dê dinyayê ji cihê ku lê ketiye erdê dîsa rakin ser piyan."
Mezintirîn Mihrîcana Hewagerî, Feza û Teknolojiyê ya dinyayê TEKNOFEST ya ku Ajansa Anadoluyê jî hevkarê wê yê ragihandina global e, bi sponsoriya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Weqfa T3yê li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê hat lidarxistin, piştî merasima girtinê, bi dawî bû.
Selçuk Bayraktarê Serokê Lijneya Rêveberiya TEKNOFESTê û Serokê Heyeta Mutewelî ya Weqfa T3yê di merasimê da axivî û bal kişand ku pênc rojên dawîn bûn adeta şahiya teknolojiyê.
Bayraktar bal kişand, bi çalakiyên ku di çarçoveya TEKNOFESTê da hatin lidarxistin va wan festîvaleke bêhempa yên teknolojiyê tecrube kir û wiha got, "Bû ceribandeke TEKNOFESTê ya li gorî Hemleya Teknolojiya Neteweyî ya me. Em bawer in ku zarokên rû tav ên şaristaniya me, bi îlhama xwe ya ji edalet, hurriyet, qencî û merhemeta ji şaristaniya me va dê dinyayê ji cihê ku lê ketiye erdê dîsa rakin ser piyan."
