30 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2015
DIYARBAKIR
Bi saya serê pêvajoya çareseriyê li bajarên herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê aramî bi cih bûbû û ji çar aliyê Tirkiyeyê xwendekar diçûn zanîngehên li wan deran û dixwendin lê ji ber bûyerên terorî yên ku di demên dawîn de diqewimîn zirar dan zanîngehan eleqeya xwendekaran a ser zanîngehên li van bajaran kêm bû.
Malbatan heta dawiya sala perwerdehiya 2014-2015yan jî zarokên xwe ji bo perwerdehiyê bi dilekî rihet dişandin zanîngehên bajarên herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê lê ji meha tîrmehê vir ve êrîşên terorî yên ku PKKya rêxistina terorê lidarxist him xwendekar û him jî malbatên wan tirsandin.
Gelek malbat ji ber bûyerên terorî yên ku zêde bûn ditirsin ku tiştek bê serê zarokên wan û ji ber vê yekê ew neşandin zanîngehên li bajarên herêmê.
Rektorê Zanîngeha Sêrtê Prof. Dr. Murat Erman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew pir li ber bûyerên ku li herêmê diqewimin dikevin û ev yek wan gelekî diêşîne.
Erman destnîşan kir ku hêviya wan ew e ev bûyer di demeke kurt de bi dawî bibin û wek berê dîsa aramî li hemû bajaran bi cih bibe.
Alîkarê Rektorê Zanîngeha Batmanê Prof. Dr. Aydin Durmuş jî ragihand ku bûyerên qewimîn tesîra xwe di dema qeydan de nîşan da û wiha pê de çû: "Malbat di mijara şandina zarokên xwe de dudilî ne. Heke ev bûyer neqewimîna wê Zanîngeha Batmanê bibûya yek ji navendên endazyariyê."
Fevzî Bulundurê ku li bajêr efnasiyê dike jî got ku piraniya muşteriyên wan xwendekar bûn lê ji ber bûyeran karê wan jî kêm bû.
Selman Akmanê ku xwendekarê Zanîngeha Şirnexê jî diyar kir ji ber bûyerên ku li herêmê diqewimin gel pir ditirse.