Haydar Şahin
26 Gulan 2017•Rojanekirin: 27 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Stadyuma Kasimpaşayê di merasima mezûnan a Komeleya Îmam Xetîbiyan a ONDERê da xeberda.
Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir di ilm û îrfanê da ez reqabetê ji we dixwazim û wiha got: "Êdî pirsgirêka astengkirinê qediya, kî kîjan dibistanê bixwaze dikare biçe. Diçin ma ne? Ez ji we (Îmam Xetîp) serkeftinê dixwazim. Hûnê reqabetdar bin. Di ilm û îrfanê da ez reqabetê ji we dixwazim. Ji ber vê ez gelekî girîngiyê didim xîreta we. Ji bîr nekin em ê bi serkeftina we şa bibin."
Serokomar Erdogan diyar kir eleqeya li ser îmam xetîban ji dil tê û wiha dewam kir: "Xeberên wek xwendekar bi zorê li îmam xetîban tên qeydkirin û dibistanan dikin îmam xetîb hemû derew in, qestî ne, berevajîkirî ne. Beriya her tiştî ez li dijî vê me. Ew kesên vê yekê sor dikin ji ber ku faşîst û zorkerî ne her kesî wek xwe dizanin. Tu car karê me bi zorkeriyê, zordestiyê, hê di ser da jî endazyariya civakê qet tuneye û çê jî nabe. Ji bo kesên çavên wan vekiriye rewş eşkere ye. Ji bo kesên xwedî îdrak heqîqet zelal e û li pêş çavan e. Eleqeya li ser îmam xetîban ne bi zorê ji dil e."
Erdogan diyar kir me ewladên miletê xwe dîsa bi nirx, tarîx û çanda wan ra anî bal hev û wiha peyivî: "Ew cudakariya ku anîn serê Îmam Xetîban me ji bîr nekir û em ê ji bîr jî nekin. Hinek mabû sîstema perwerdeya pîşeyê jî mehf bikin. Ev eyba ku ji 28ê Sibatê mabû me ji holê rakir. Bi vî awayî wek gel me kilîtên ku li deriyên wan xwendigehan xistibûn şikênaştin. Hejmara xwendekaran ji 600 hezarî daxistibûn 60 hezarî. Me ewladên miletê xwe dîsa bi nirx, tarîx û çanda wan ra anî ba hev."
Serokomar Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Yên ji îmam xetîbê nikarin bi rêxistinên terorê, niheqî, bêhiqûqî, bêedaletî, tundî û tiştên xeyrî meşrû ra bên bal hev. Loma jî çeteyên bêbext yên wekî FETOyê, xeşxeşiyên vê demê nekarin di bin vî banê pîroz da cî bigirin û nekarîn bingeha îstismarê ji xwe ra peyda bikin."