Önder Beyter
11 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
Hat ragihandin, hestî û diranên fosîl ên ku li Filipînan hatin dîtin, ên cinsekî nû yê mirovan e ku heta niha nedihat zanîn.
Li gorî nûçeya li ser malpera "Science Alert", lêkolîner û arkeologan destnîşan kir ku 13 hestî û diranên fosîl ku li bakurê Girava Luzon a Filipînan di Şikefta Callao da hatin dîtin, ên cinsekî wekî mirovan e ku heta niha nedihat zanîn û qam û bejna wan jî gelekî kin e.
Hat diyarkirin, hestî û diranên ku di Şikefta Callao da di kolanên sala 2007, 2011 û 2015an da hatin dîtin, herî kêm yên sê neferên ji wî cinsî ye ku jê ra "homo luzonensis" tê gotin.
Lêkolîneran destnîşan kir, tê texmînkirin ku ji xwediyê van hestî û diranên fosîl yek jê 67 hezar, yê din jî 50 hezar sal berê jiyaye.
Arkeolog Florent Detroit bal kişand ku fosîl û diran, ên wê cinsê herî kevn ê mirovan e ku li Filipînan heta niha hatiye keşfkirin.
Lêkolîneran destnîşan kir ku tê texmînkirin, qama xwediyên diranan ji qama însanan (homo sapiens) kintir, lêbelê ji qama homo florensiensisten ku wekî hobbit tên binavkirin dirêjtir e.
Berateyên lêkolînê di kovara "Nature" da hatin weşandin.