Elif Orhan
09 Nîsan 2019•Rojanekirin: 11 Nîsan 2019
Li Lîseya Anadoluyê ya Teknikî ya Pîşeyî ya Murat Îşler a Ercîşê xwendekar sêwirandina robotan hîn dibin.
Xwendekar di dersên xwe da der barê projeyên milên robotîk û pergala panelên tavê da agahiyan distînin.
Midûrê Dibistanê Veysel Saglam di daxuyaniya xwe da diyar kir armanca wan ew e ku herdu projeyan pêş bixin û wiha axivî: "Tê payîn ku milê robotîk bi taybetî di ceribandinên bi xetere da bê bikaranîn. Panêle teqîba tavê jî seranserê rojê dê tavê teqîb bike bi vî awayî dê ji vejena tavê di asta maksîmum da sûd bê wergirtin."
Xwendekaran jî gotin ji ber ku di xebatên zanistî da cî digirin kêfxweş in.