Mertkan Oruç
05 Tebax 2024•Rojanekirin: 06 Tebax 2024
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di tîrmehê da mehane ji sedî 3,23, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 1,94 zêde bû.
Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 61,78, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 41,37.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), di tîrmehê da dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 65,93, bihayê hilberînerê navxweyî ji sedî 47,55 zêde bû.
TUFEya mehane ji sedî 3,23, YÎ-UFE ji sedî 1,94 zêde bû.