Önder Beyter
05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
ERZURUM
Ji 17 parêzgehên ku di nava qada berpirsiyariya Yekîtiya Îxracatvanên Rojhilatê Anadoluyê (YÎRA) di 6 mehên ewil ên vê salê da 906 milyon û 132 hezar dolarî îxracat pêk hat.
Li gorî berhevkariya peyamnerê AAyê ya ji daneyên YÎRAyê, di serdeme kanûna paşîn-hezîrana vê salê da ji 17 parêzgehên ku YÎRA jê berpirsiyar e, bo 171 welatî îxracat pêk hat.
Îxracata ku di vê serdemê da pêk hat, li gorî heman serdema sala borî di çandiniyê da ji sedî 5, di sektora madenê da jî ji sedî 4 zêde bû.
Di vê serdemê da ji parêzgehên navborî 906 milyon û 132 hezar dolarî îxracat pêk hat û herwisa reqama îxracata meha çûyî jî 152 milyon û 115 hezar dolar e.
Di îxracata yekîtiyê ya serdema rêbendan-hezîranê da Iraqê rêza yekemîn wergirt, dû ra Îran, Azerbeycan û Tirkmenistan tên.
- Para mezin a îxracatê ji berhemên pîşesaziyê ne

Di serdema destnîşankirî da ji parêzgehên ku dikeve nava sînorê yekîtiyê, para mezin a îxracatê ku 738 milyon dolar dike, ji berhemên pîşesaziyê pêk hat.
Di vê serdemê da nêzîkî 128 milyon û 618 hezar dolarî madeyên kîmyayî, 126 milyon û 863 hezar dolarî konfeksiyon, 102 milyon û 485 hezar dolarî makîne û hacetên wê, 79 milyon û 358 hezar dolarî pola, 60 milyon dolarî hesin û metalên xêncî hesin û herwiha 60 milyon dolarî jî hacetên elektrîk-elektronîk û sektora xizmetê hatin îxrackirin.
- "Performensa îxracatê rind e"
Serokê Lijneya Rêveberiya YÎRAyê Cemal Şengel di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku performansa îxracata 6 mehan pir rind e û wiha xeberda, "Di herşeş mehên pêşiyê ên sala 2017an da me xwe topî ser hev kir. Înşelah em pêşbînî dikin ku wê di serdema duyemîn a 6 mehên mayîn da reqemên îxracatê baştir bin. Li herêmê asayîbûn û bernameyên Navendên Cazîbeyê jî wê di warê veberhênanê da gelekî bi kêrî herêmê were."