ANKARA - ARÎFE YILDIZ UNAL
Serokê Saziya Zanîn, Teknolojî û Têkiliyê Tayfun Acarer, eşkere kir ku kesên têlefona wan ne li ser navê wan e, divê heya 1ê cotmeha 2013an xetên têlefonê li ser navê xwe qeyd bikin. Hemwelatî dikarin bê pere wan xetan wergerînin ser navê xwe. Acarer, da zanîn ku ji 1ê cotmeha 2012an û vir ve ji 600 hezarî zedetir aboneyan, xet li ser navê xwe qeyd kirine.
Acarer, ji nûçegihana AAyê re daxuyand ku di çarçoveya sererastkirina nû de xetên ku bêyî îmzekirina peymanê hatine sitendin hene. Bikaranîner dikarin van xetan, bê pere li ser navê xwe qeyd bikin û ev heq ji bo carekê tê bikaranîn.