Wezîr Yildiz Yekîtiya Hilberînerên Kevirê Siruştî Mermer û Makîneyan a Tirkiyeyê (TUMMER) qebûl kir.
Yildiz pirsên rojnamegeran bersivandin û destnîşan kir, li Iraqê bi destê sektorên qamû û sektorên taybet peyman hatibûn mohrkirin ku ev peyman girêdayî hikmên hiqûqê yên taybet in. Ev peyman didomin.
Yildiz diyar kir, "Bi çi wesîleyê dibe bila bibe, DÎŞI mixatabê me nîne. Em xebatên li ser sektora vejenê bi vê hişmendiyê dimeşînin." û wiha dewam kir:
"Li wê derê hin saha û blok dest diguhêzin. Bê îstiqrariyeke siyasî heye, lêbelê ev rewş têkiliyên me naguherîne. Heta niha nefta bi qasî 7,8 milyon warîlî sewqî Tirkiyeyê bû û tangêra 7emîn a barkirî jî sewqî bazara navneteweyî kirin. Nefta ku hat sewqkirin ya Iraqê ye. Dahata vê neftê jî li gor makezagona Iraqê tê parvekirin. Heta niha ji Tirkiyeyê nefta 6,5 milyon warîlî hat sewqkirin. Ji ber ku xebatên boriyan yên ku neft tê de derbas dibe tên kirin, îro sewqiyat ne pêkan e."
Yildiz pirsên li ser xaza siruştî ya ku ji Îranê tê kirîn jî bersivandin û got ku di meha nîsan û tîrmehê de hevdîtin hatin kirin, li ser pêvajoya tehkîmê danişîn hatin kirin û bi danişîna meha îlonê ve pêvajo dê bi dawî bibe.
Tirkiyeyê li gor peymana ku îmze kiribû xwest Îran bihayê xaza siruştî piçekî daxe û ji ber vê jî mesele biribû Dadgeha Navneteweyî.