Abdulselam Durdak
14 Adar 2023•Rojanekirin: 15 Adar 2023
Toggê diyar kir bihayê modela navê "T10X"ê lê kirin û bi çareseriyên xwe yên kêrî jiyanê hatî va wê hertim girêdayî înternetê be, ji dûr va bikaribe bê rojanekirin ji 953 hezar lireyî wê dest pê bike.
Modela T10Xê bi alternatîfa du batarya û du arastekên ji hev cihê va wê bên firotin.
Di daxuyaniya ji alî Toggê va hat dayîn da hat gotin ku di 16-27ê Adarê da ji ser platforma dijîtal a Trumore û malpera Toggê wê pêşsipariş bên hildan û bihayê Togg T10Xê jî wê ji 953 hezar TLyî dest pê bike.
Rêvebirê Payebilind ê Toggê (CEO) Gurcan Karakaş diyar kir ku di dawiya meha adarê da wê wesayîtê teslîmî bikarhêneran bikin û wiha domand: "Em di çarçoveya planên xwe yên pênc salên borî da gav bi gav pêşva çûn û wekî me soz dabû em ê amûra xwe ya biaqil di meha adarê da teslîmî bikarhêneran bikin."
Karakaş destnîşan kir ku wê şexs pêşdatir bin û wiha domand: "Em ê şexs di serî da di seranserê sala 2023an da siparişan teslîm bikin."