Türkan Tosun
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Li Borseya Stenbolê endeksa BIST 100î di serê salê da bi qezenca ji sedî 0,35, bi 115.734,50 puanan dest pê kir.
Di vekirinê da endeksa BIST 100î 401,49 puan zêde bû, endeksa bankevaniyê ji sedî 0,37, endeksa holdîngê ji sedî 0,39 zêde bû. Di nav endeksên sektoran da ya herî zêde qezenc kir ji sedî 1.06an va sektora madenkariyê, ya ku herî zêde kêm bû jî ji sedî 0,66an va sektora ragihandinê ye.
Roja înê endeksa BIST 100î bi 115.840 puanan va derkete asta herî bilind a heta vî zemanî. Li gor girtina berê ji sedî 0.74 qîmeta wê zêde bû û rekora wê gihîşte 115.333 puanan.