Nihat Kavşut
01 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2017
GAZÎANTEP
Li gor daneyên Meclisa Îxracatkaran a Tirkiyeyê meha hezîranê îxracat li gor heman meha sala par ji sedî 1,8 zêde bû û derket 12 milyar û 70 milyon dolarî.
Meclisa Îxracatkaran a Tirkiyeyê daneyên îxracatê yên hezîrana 2017an eşkere kir.
Li gor daneyan meha hezîranê îxracat li gor heman meha sala par ji sedî 1,8 zêde bû û derket 12 milyar û 70 milyon dolarî.
Li gor daneyan di heyama 12 mehên dawîn da îxracat li gor heman heyama sala par ji sedî 4,5 zêde bû û derket 147 milyar û 329 milyon dolarî.