Ferizat Kaya
01 Tebax 2017•Rojanekirin: 01 Tebax 2017
ANKARA
Ji aliyê Wezareta Aboriyê di meha hezîranê de 741 belgeyên teşwîqa veberhênanê hat dayîn.
Lîsteya belgeyên teşwîqa veberhênanê di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gorî vê di meha hezîranê da 741 belgeyên teşwîqa veberhênanê hat amadekirin. Meblaxa veberhênana sabît ên projeyên ku belge hildan, weke 8 milyar û 965 milyon û 133 hezar û 637 lire hat hesapkirin.
Di vê veberhênanê da tê payîn ku 16 hezar û 998 kes îstixdam bibin.
Di vê heyamê da 37 belgeyên teşwîqa veberhênanê ku li gorî planê 154 kes îstixdam bibûna û meblaxa wê 280 milyon û 142 hezar û 742 lire bû, hat betalkirin.