Nihat Kavşut
20 Mijdar 2018•Rojanekirin: 21 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak: "Me gelek caran gotibû ku di meha Cotmehê da wê zedebariya carî çêbe. Dibe ku reqameke rekora heta niha nehatiye bidexistin derkeve."
Albayrak di Foruma Kar ya Navneteweyî ya 22yemîn (International Business Forum-IBF) da axivî.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak destnîşan kir di meha Cotmehê da wê zedebariya carî çêbe û dibe ku reqameke rekora heta niha nehatiye bidexistin derkeve.
Albayrak destnîşan kir ji bona hewldanên dijî enflasyonê di warê enflasyona xwarin û xurekê da nexşerêyeke stratejîk amade dikin.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak diyar kir di reqamên Mijdar û Kanûnê da bi başbûneke cidî wê encameke nêzî hedefên xwe yên enflasyonê bi dest bixin.
Albayrak destnîşan kir faîzên krediyê dadikevin bin ji sedî 25an û got ku meha Kanûnê wê hê jî bikevin.