Önder Beyter
27 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Serokê Yekîtiya Îxracatvanên Mucewheran (JTR) Ahmet Guner destnîşan kir ku li Iraqê bi hezaran ton zêr heye ku li benda miemeleyê ye û wiha dewam kir, "Heger pergala ku berê li Hewlêrê hebû, hikûmeta Iraqê jî saz bike, zêrê li wê derê bo Tirkiyeyê wê bê guhastin û li vir wê ji miemeleyê derbas be û herwiha cardin wê bo Iraqê bê îxrackirin. Heger em pergalê di nava 15 rojan da çareser bikin, dibe ku bi tonan zêr were vir û herwiha di îxracata me da bilindbûneke ne normal pêk were."
Gunerê ku bersiva pirsên nûçegihanê AAyê da, destnîşan kir ku di sektora mucewherê da reqemên îxracata 10 mehan li gorî par ji sedî 50 zêdetir in û heger kêşeyên ku li Iraqê rûdan nebûna wê di dawiya salê da ji sedî 70 zêdetir bûya.
Guner bal kişand ku ew dixwazin hemû mişteriyên li Rojhilata Navîn bi bal Tirkiyeyê bişiqitînin û wiha dewam kir, "Li Dubaiyê ji sedî 5 bac hat. Ji xeynî vê ji sedî 5 jî wê baca nirxê berhemê were. Ji sedî 5 baca li Dubaiyê bû sedem ku fîrma berê xwe bidin Tirkiyeyê. Bi vî hawî navend ne Dubaî, wê wekî Tirkiye bê qebûlkirin. Heta niha nêzîkî 150 şirket hatin vir. Em li bendê ne ku ev reqem zêdetir be."
Guner herwisa destnîşan kir ku li Iraqê bi hezaran ton zêrê ku li benda miemeleyê ye, heye û wiha got, "Heger pergala ku berê li Hewlêrê hebû, hikûmeta Iraqê jî saz bike, zêrê li wê derê bo Tirkiyeyê wê bê guhastin û li vir wê ji miemeleyê derbas be û herwiha cardin wê bo Iraqê bê îxrackirin. Heger em pergalê di nava 15 rojan da çareser bikin, dibe ku bi tonan zêr were vir û herwiha di îxracata me da bilindbûneke ne normal pêk were. Li Iraqê 40-50 ton zêr kom bûye."