Alîkarê Serokê Komîsyona Vejenê ya Meclisa Bajêr a Kerkûkê Necat Huseyîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji ber êrîşên komên terorîst ên li dijî xeta boriyê sewqiyata neftê nayê kirin.
Huseyîn diyar kir ku xeta boriyê ya ku ji herêma El-Cahişa Mûsilê derbas dibe 2 meh berê bi destê komên terorîst zirar dît û wiha got: "Şirketa Neftê ya Bakur ji bo temîrkirina boriyan xwest karmendên xwe bişîne, lê komên terorîst ên li herêmê karmend asteng kirin. Hêzên artêşê yên li Mûsilê jî nikarin van koman bidin sekinandin."
Huseyîn destnîşan kir ku nefta ji bîrên li Babagurgur, Beg Hesena Bakur, Beg Hesena Başûr, Avana, Nana û Kewa Bûr tê derxistin li heman depoyê tê depokirin û wiha axivî: "Ji neftê 100 hezar warîl ji bo bikaranînê dişînin Rafîneriya Beyjiyê. Yê din jî îxracî Ceyhanê dikin."
Serokê Lijneya Xazê û Neftê ya Encumentiya Bajêr a Kerkûkê Fuat Huseyîn jî îdia kir ku hikûmeta navendî ya Bexdayê ji bo çêkirina boriyan naxebite û wiha peyivî: "Hikûmetê heta niha boriyên ku xesar dîtine temîr nekirine û jo bo ewlehiyê jî hewl nedaye."
Anadolu Agencyê (AA) wêneyên rezerwa Babagurgurê kişand. Babagurgur rezerwa herî girîng a Şirketa Neftê ya Bakur e. Babagurgur tê meneya "bavê êgir". Ji ber ku xaz û neft nêzî rûyê erdê ye, ev nava hildaye.
Bîra li Babagurgurê ya ku li bakurê Kerkûkê ye qada neftê ya yekemîn a Iraqê ye. Ji aliyê endezyarê ji Zelandaya Nû Wîllîam Knox ve di sala 1902an de hatiye dîtin. Knox li ser navê Îngiltereyê xebitiye. Di sala 1927an de jî ji bîrê neft hatiye derxistin.
Wezîrê Neftê yê Iraqê Ebdulkerîm Lûabî di 9ê nîsanê de di serdana xwe ya li Tirkiyeyê de destnîşan kiribû ku ji ber êrîşên komên terorîst nikarin neftê bişînin.