Muhammet Mutaf
15 Nîsan 2022•Rojanekirin: 16 Nîsan 2022
Esnafên li Palandokenê ku ji turîzma zivistanê dahata xwe qezenc dikin ji kar û barê îsal razî man û digel nîsanê hê jî li ser karê xwe ne.
Navenda Kaşûnê ya Palandokenê di meha berfanbarê da deriyê xwe ji bo mêvanan vekir û niha di nav meha nîsanê da hê jî heyam dewam dike û turîstan diezimîne.
Navend ji kaşûnê bigir heta snowboard, xweşiqitandin, dîwarê cemed, parka snow, hêlekanên mezin, zîplîn, peraşûta berpalê û gelek alternatîfên din li ser xwe dihewîne. Îsal tevlî turîstên xwemalî ji Îran, Rûsya, Ukrayna, Azerbeycan û welatên Ewropayê jî gelek mêvan hatin Navenda Kaşûnê ya Palandokenê.

Li navenda kaşûnê ya 20 kîlomêtro dûrî balafirgehê û 4 kîlomêtro jî dûrî navenda bajêr e 20 otêlên 4 hezar nivînî hene û ev der bi pîstên xwe yên dirêj û îmkanên sporên tebîetê va mazûvaniya turîstan dike.
Esnafên li navendê ne ji heyama îsal razî man û digel meha nîsanê ji ber berfa li erdê ew hê jî li ser karê xwe ne.
Omer Akçayê midûrê otêleke li navendê ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku sala par di hefteya ewil a meha berfanbarê da dest bi heyamê kirin û digel nîsanê ew li ser karê xwe ne.
Akça der barê rêjeyên tijîbûna otêlan da agahî da û diyar kir ku îsal ji sedî 85ê otêlan tijî bû û dawiya hefteyê cî nedima.
Li pîstên Palandokena Navenda Kaşûnê digel meha nîsanê stûriya berfê qasî metreyekî ye.
Alî Guneyê midûrê otêleke din a li Palandokenê ye jî got ku her diçe Palandoken zêdetir tê naskirin û ev jî bi kêrî esnafên li wê derê kar û bar dikin tê.
Esnafên li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ji ber xêr û bereketa mişteriyên îsal ji halê xwe razî ne.