26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
VAN
Li Çaldirana navçeya Wanê ya ku germahiya hewayê di bin sifirê de dadikeve 40 pileyî, bi ava jeotermal ve sera tên av dan. Firingiyên ku li van serayan digihêjin wê bên îxrackirin.
Li herêma Ayrancilara Çaldiranê bi piştgiriya Wezareta Heywandarî Xurek û Çandiniyê li ser erdekî 34 hezar mêtrokareyî ya jeotermal hatine avakirin. Di van serayan de çar qat zêde hilberîn tê bidestxistin û 10 cure firingî li vir digihêje.

Armanc ew e ku ev firingî di serî de Îspanya û Rûsya ji gelek welatan re bê îxrackirin.
Kordînatorê Projeya Piştgiriyê ya Ji Bo Veberhênanên Pêşketina Çolterî Yusuf Taşkin ji rojnamevanan re daxuyand ku di sala 2010an de wan projeya serayê amade kirine û di nav 7 salan de ev sera hatine avakirin.
Taşkin got ku ji 8 mehan pê ve jî ew hilberînê dikin.
Taşkin diyar kir serayên bi çavkaniyên jeotermal dixebitin li herêmê kêm in û wiha got: "Li vir hewa carna di bin sifirê da dadikeve 40 pileyî. Em di sir û sermayê da jî firingiyan diçînin. Bi ava jeoterman em serayên xwe av didin."
Taşkin destnîşan kir li serayan 30 jê jin bi tevahî 50 kes dixebitin û got ev proje ji gelek kesên li navçeyê bû debar.
Taşkin diyar kir heta niha 350 ton firingî çandine û wiha got: "Potansiyela vir hezar û 500 ton e. Li nav welêt zehf tê xwestin. Wexta potansiyela projeyê bê mezin kirin, em dixwazin bifiroşin derveyî welêt jî."

- "Bû deriyê debarê"
Midûrê hilberanê Mehmet Davşan got ku le hemberî avakirina serayan pêşiyê pêşdaraz hebûn, lê di kurtedemekê da sera ji bo aboriya herêmê bûn pêngaveke kêrhatî.
Davşan diyar kir ku bi vê projeyê va welatiyan çandiniya bêyî axê nas kirin û wiha xeberda, "Sera li deverên pir serdest hatine avakirin. Zivistanê sermayeke nedîtî çêdibe. Digel vê em firingiyên pir bi qalîte ku dîmena wê û tama wê xweş e hildiberînin. Ev der ji bo kesên ku dixwazin piştgiriya aboriya malbata xwe bikin, bû deriyê debarê."

- "Li vir ez mesrefa perwerdeya xwîşk û birayên xwe derdixim"
Bahar Tamçinar ku bi saya projeyê ket kar jî got ku ew di serayê da dixebite û hem pê alîkariya budçeya malbata xwe dike û hem jî bona cihêzê xwe pere berhev dike.
Tamçinarê behsa wê yekê kir ku bêtir jin xebata li serayê tercih dikin û wiha dawî li gotinên xwe anî, "Bi şixulê li vir va xeyala min a xebatê pêk hat. Bi xebata xwe ya li vir va ez mesrefa perwerdeya xwîşk û birayên xwe jî derdixim. Gelek keçên ciwan ên ku li vir dixebitin, bona cihêzê xwe pere terxan dikin. Ji ber hindê ev proje seba me gelekî kêrhatî ye."