Ata Ufuk Şeker
25 Sibat 2025•Rojanekirin: 26 Sibat 2025
Li Ewropayê firotina wesayîtên marqeya Teslayê di meha çileya paşîn da li gorî heman mehê ya par ji sedî 45,2 kêm bû.
Yekîtiya Çêkerên Wesayîtan a Ewropayê (ACEA) daneyên nû yên qeydkirinê ya wesayîtan a çileya paşîn a li welatên Ewropayê eşkere kir.
Li gor daneyan, li Ewropayê firotina wesayîtên şirketa Teslayê ya ku xwediyê wê milyarderê Amerîkî Elon Musk e gelekî kêm bû.
Par di meha çileya paşîn da 18 hezar û 161 Tesla hatibûn firotin. Îsal di heman mehê da ev hejmar ji sedî 45,2 kêm bû û daket 9 hezar û 945an.
Di qada wesayîtê ya kurewî da nirxê bazarê ya Teslayê ji trilyonek dolarî zêdetir e ku di demên dawîn da ew li welatên Ewropayê kêm tê firotin.
Dema Serokê Amerîkayê Donald Trump dest bi wezîfeyê kir merasimek hatibû lidarxistin. Elon Musk di vê merasimê da û li ser înternetê bi destê xwe îşareteke ku dişîbe silava Naziyan dabû. Ji bilî vê, bi eşkere piştgirî da siyasetmedarên rastgir ên tundrew ên Almanyayê û têkilî siyaseta Îngilterê jî bû. Ev tevgerên Musk bûn sedem ku Ewropayî eleqeyeke kêm nîşanî şirketa wî bidin.
Firotina Teslayê Almanya, Fransa, Îtalya, Îspanya û Îngiltere di serî da hema bibêje li hemû welatên Ewropayê kêm dibe.