SILÊMANÎ
Li Silêmaniya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) fîrmayeke tirk li herêmê umbareke herî mezin a zad (umbara sîloyê) çêkir û ev umbar hat vekirin.
Sîlo li herêma Pîremergûnê ye û 80 hezar ton kapasîteya wê heye. Wezîrê Bazirganiya herêma Kurdistanê Saman Serdar, Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Mehmet Akîf Înam, Waliyê Silêmaniyê Aso Ferîdûn, Cîgirê Midûrê Giştî yê Şirketa Nurulê Mehmet Alî Gokçer û rayedarên din beşdarî vekirina umbarê bûn. Şirketa Nurulê çêkirina projeyê da ser xwe.
Wezîrê Bazirganiyê Saman Serdar di vêkirinê de axivî û got ku li herêmê cara ewil di standarda navneteweyî de sîloyeke zad hat avakirin û wiha dewam kir: "Em ê piştî vî qasî sîloyên bi vî rengî înşa bikin. Genim û zadên ku ji cotkaran tên standin, wê di van sîloyan de werin depokirin. Bi vî şiklî hilberîna cotkaran wê zêdetir bibe."
Cîgirê Midûrê Giştî yê Şirketa Nurulê Mehmet Alî Gokçer jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li ser daxwaza hikûmeta herêma Kurdistanê wan sê sal berê dest bi çêkirina vê sîloyê kir û ji ber pêvçûnên herêmê ancax sê sal şûnda temam kir. Ev sîlo mesrefa vê sîloyê 28 milyon dolar e û 80 hezar ton kapasîteya wê heye.