İbrahim Atmaca
10 Adar 2019•Rojanekirin: 12 Adar 2019
Tesîsa kaşûnê ya li Mûşê ji meha rêbendanê vir va 30 hezar kes kir mêvan.
Navenda Kaşûnê ya Guzeltepeyê ku nêzî 2 hezar û 300 raqimî ye, 8 kîlomêtre dûrî navenda bajêr e û ji gelek bajarên derdora Mûşê hezjêkerên kaşûnê eleqeyeke mezin nîşanî navendê didin.
Midûrê Bajêr ê Ciwanî û Sporê yê Mûşê Emrullah Guler daxuyanî da rojnamegeran û got ku eleqeya li ser navenda kaşûnê roj bi roj zêde dibe.
Guler destnîşan kir ku Mûş ji bo sporên zivistanê bajarekî kêrhatî ye û ji serê sezonê heta niha wan 30 hezar kes kir mêvan û wiha dewam kir:
"Navenda kaşûnê ya ku girêdayî midûriya me ye nêzî 8 kîlomêtreyan dûrî bajêr e. Ji aliyê çûyîn û hatinê va tu tengasî tuneye. Kaşûnhez eleqeyeke mezin nîşan didinê. Ji serê sezonê heta niha me 30 hezar kes kir mêvan û em kêfxweş in."
Guler diyar kir ku qalindahiya berfê li hin deran 3 mêtre ye û li Mûşê sezona kaşûnê li gor herêmên din dirêjtir derbas dibe.
Emrah Unalê ku her dawiya hefteyê diçe navenda kaşûnê jî got ku ew navenda kaşûnê pir diecibîne û pîstên navendê baş in.