Abdullah Tel
22 Adar 2019•Rojanekirin: 23 Adar 2019
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Cahît Turhan der heqê balafirgeha nû ya Stenbolê da agahî da û got: "Barkirina Balafirgeha Stenbolê wê di 5ê nîsanê saet 03.00î da dest pê bike û di 7ê nîsanê saet 00.00î da temam bibe. Piştî 7ê nîsanê hemû operator ew ê ji vê derê xizmetê bidin."
Wezîr Turhan bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA), mijarên di rojevê da ne nirxandin û pirsên jê hatin kirin jî bersivandin.
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Turhan li ser tewdîrên ji bo Hilbijartina Giştî ya Rêvebiriyên Herêmî ya ku wê di 31ê Adara 2019an da bê kirin sekinî û wiha pê da çû: "Em ji bo rê li êrîşên sîber ên ser hilbijartinê dixwazin bên kirin bigirin tewdîrên hewce dikin hildidin û ji bo hilbijartinê amade ne."
Di mijara xebatên ku wezaret dike da jî Wezîr Turhan agahî da û got ku li seranserên welêt çêkirina rêbejan dewam dike û wiha dewam kir: "Bi saya veberhênaniyên me wesayîteke ji Ewropayê tê wê qet ji ser rê dernekeve û tevlî nav trafîka bajêr nebe û bikaribe heta Şanliurfayê Cîlvegozuyê biçe."
Kar û xebatên heta niha li Balafirgeha Stenbolê hatine kirin jî ji Wezîr Cahît Turhan hatin pirsîn û li ser vê wî jî got: "Li Balafirgeha Stenbolê heta 18ê Adarê bi tevahî 2 hezar û 902 sefer hatin kirin û ji bo 372 hezar û 118 kesan xizmet hat dayîn."
Ji bo Qenal Stenbolê jî Wezîr Turhan mizgînî da û wiha domand: "Di sala 2025an da ev yek ji bo welatê me wê dest bi xizmetê bike û wesayîtên behrê wê ji wir dest bi derbasbûnê bikin."