31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
HEWLÊR
Rêvebirê Giştî Şirketa Îxrackirina Petrola Iraqê (SOMO) Felah Amirî diyar kir ku Herêma Kurdistanê rojane ji 530 heta 600 hezar bermil neftê îxrac dike.
Amirî di civîneke çapemeniyê de ragihand ku wek Iraqê dê pabendî biryara OPECê bibin û ji petrola xwe ya îxrac dikin 210 hezar bermîlan daxînin.
Amirî anî ziman ku di meseleya rêjeya kêmkirina petrolê de problemek di navbera wan û OPECê de çênabe û pêvajoyê bi muzakereyan dimeşînin.
Li ser rêjeya petrola ku Herêma Kurdistan îxrac dike jî Amirî wiha agahî da: "Herêma Kurdistan ji sala 2014an û vir be bi awayekî serbixwe petrolê îxrac dike. Herwiha piştî kontrolkirina bîrên li Bay Hesen û Avaneya Kerkûkê jî îxraca wan bû aîdî herêmê. Ji wir nêzîkî 275 hezar bermîl rojane tê derxistin."
Amirî der barê peymana Hewlêr û Bexdayê jî wiha got: "Li gor peymana hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê divabû Hewlêr rojane ji petrola di bin îdareya xwe de 250 û ji ya Kerkûkê jî 300 hezar bermîl petrolê teslîmî Bexdayê bikira. Lê ev di sala 2016 de bicih nehat. Niha Herêma Kurdistan rojane ji 530 heta 600 hezar bermîl petrolê îxrac dike."