Nihat Kavşut
16 Sibat 2019•Rojanekirin: 17 Sibat 2019
AYDIN
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî: "Em careke din nîşan didin ku em herdem piştgiriyê didin hilberîner, heywandar û cotkarên xwe. Bi serlêdana 5emîn ya IPARD-2yê bi tevahî 250 milyon ewro, yanê pakêteke hîbeyê ya bi 1,5 milyar lireyî pêşkêşî hilberîner, heywandar û cotkarên xwe dikin."
Pakdemirlî li Zanîngeha Adnan Menderes beşdarî Bernameya Nasandinê ya Serlêdana 5emîn ya IPARD 2yê bû ku bi destê Saziya Pişgiriya Bona Cotkar û Heywandaran hat lidarxistin.
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî destnîşan kir careke din nîşan didin ku herdem piştgiriyê didin hilberîner, heywandar û cotkarên xwe û wiha got: "Bi serlêdana 5emîn ya IPARD-2yê bi tevahî 250 milyon ewro, yanê pakêteke hîbeyê ya bi 1,5 milyar lireyî pêşkêşî hilberîner, heywandar û cotkarên xwe dikin."