İbrahim Atmaca
27 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2017
NEW YORK
Facebooka malpera parvekirina civakî di çaryeka salê ya duyemîn da 3,89 milyar dolar kara safî bi dest xist. Kara îsal li gor ya par heman heyamê ji sedî 70 zêde bû.
Li gor daxuyaniya ku ji Facebookê hat dayîn, kara safî ya şirketê di çaryeka duyemîn a îsal da derket 3,89 milyar dolarî û ev kar li gor par ji sedî 70 zêde bû. Şirketê di nîsan-hezîrana 2016an da 2,29 milyar dolar kara safî bi dest xistibû.
Hejmara bikarhênerên Facebookê yên rojane û mehane jî di heyama nîsan-hezîrana îsal da zêde bû.
Li gor daxuyaniyê ji hezîrana 2017an pê va rojê 1,32 milyar kesî Facebook bi kar anî, ev hejmar li gor heman heyama par ji sedî 17 zêde bû.