Abdullah Söylemez
25 Îlon 2025•Rojanekirin: 26 Îlon 2025
Li Agiriyê dirûna guleberojên ji bo êmîş û rûn dest pê kir ku li deşta bi ber û berhem a derfeta avdanê heye, di 50 hezar û 500 dekar erdî da tê ajotin.
Li Deşta Agiriyê ya bi saya serê ava Bendava Yaziciyê va derfeta avdana zeviyan heye, qada zeviyên guleberojên ji bo êmîş û rûn sal bi sal zêdetir dibe.
Ji hêla Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê li gundê Tezerenê li herêma ku Mîrza Tanriverdiyê Kahramanmaraşî hilberînê dike, bername hat lidarxistin.
Mehmet Huseyinogluyê Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê beşariya dirûna karkeran bû û daxuyanî da rojnamegeran û her wiha diyar kir ku li bajêr hilberîna guleberojan zêde bûye û wiha got:
"Îsal li bajêr di qedera 50 hezar û 500 dekar erdî da guleberoj hatin ajotin. Ji vê 15 hezar dekar ji bo rûn, derdora 37 hezar dekar jî ji bo êmîş, guleberoj hatin ajotin. Par ji guleberojan li parêzgeha me 315 milyon lîre sûd gihîşt aboriyê û îsal em pêşbîniya 750 milyon lîreyî dikin."