İbrahim Toprak
26 Îlon 2026•Rojanekirin: 26 Îlon 2026
Li Batmanê berhevkirina garisên ku li ser qada 60 hezar deqarî hatibû çandin dest pê kir û tê payîn ku nêzîkî 90 hezar ton rekolte bê bidestxistin.
Rêveberê Parêzgehê yê Çandinî û Daristanê Necdet Tuncer jî beşdarî berhevkirina li Taxa Erkokluyê bû.
Tuncer ê ku bi cotkar û operatorên makîneyên paleyiyê ra sohbet kir, ji nûçegihanê AAyê ra ragihand ku li bajêr berhevkirina garisan dest pê kiriye.
Tuncer ê ku diyar kir li Batmanê 1 milyon dönüm qada çandiniyê heye û li 60 hezar dönümê wê çandina garisan hat encamdan, anî ziman ku berhevkirin dê heta dawiya meha cotmehê berdewam be.
Tuncer diyar kir ku ew li qada 60 hezar deqarî, çavêrêyî nêzîkî 90 hezar ton rekolteya garisan in û got: "Li ser deqarî nêzîkî 1,5 ton berhem tê bidestxistin. Ev reqemek li ser têkraya welat û cîhanê ye. Dê bibe serdemeke berhevkirinê ku em hêvî dikin rûyê cotkarê me di vê wateyê de bikene."
Tuncer ê ku daxuyand Wezareta Çandinî û Daristanê derbasî sepandina hilberîna plansazbûyî bûye, tomarkir ku garisan jî di nav riwekên hilberîna plansazbûyî de ye.
Ramazan Akin ê ku li Taxa Erkokluyê cotkariyê dike jî anî ziman ku wan li ser qada 1200 deqarî garis çandiye.
Akinê ku diyar kir wan dest bi sezona berhevkirinê kiriye got: "Makîneyên paleyiyê ketin zeviyê. Berhevkirina me dest pê kir. Em li benda sezoneke bi bereket in."