09 Adar 2017•Rojanekirin: 14 Adar 2017
AYDIN
Li Dîdîma navçeya Aydinê ji ber ku gelek turîstên ûris û ukraynayî zû revervasyon kirin ku bên Dîdîmê şirketên turîzmê kêfxweş in.
Serokê Komeleya Turîzmê ya Dîdîmê Ercument Alkaner ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku par ji ber bûyerên terorê û hewldana derbeyê ya 15ê tîrmehê karê turîzmê baş derbas nebû.
Alkaner got li hember hemû bûyerên neyînî hêviya wan ji sezona nû heye, ew ji bo havînê amadehiyan dikin.
Alkaner bal kişand ku turîst gelemperî bi malbatî tên û wiha axivî: "Li herêma Egeyê zêdetir turîstên ji Ewropayê tên. Ji salên 1960î vir va bi turîstên frensî va hatina turîstan dest pê kir. Piştî vê ji Hollanda, Belçîka, Almanya û Îngiltereyê turîst tên. Ûrisan hê baş ev der nas nekirin. Heke ew vê derê baş bizanibin, nas bikin ewê bi taybetî bi malbatî bên vir."