Türkan Tosun
30 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2018
ESKÎŞEHIR
Di çarçoveya projeya Midûriya Çandinî û Daristanê ya Eskîşehirê de li navçeya Mihalgaziyê dest bi çandiniya fistiqên Entabê hat kirin.
Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr daxuyand avûhewaya navçeya Mîhalgaziyê ji bo çandiniya fistiqên Entabê baş e û ji bo ku cotkarên li vir fistiqan bireşînin û îxracata fistiqan zêde bibe xebat hatine destpêkirin.
Hat gotin di vê çarçoveyê de ji Enstîtûya Lêkolîna Çandiniyê ya Fistiqê Entabê ya Gazîentabê hin pispor hatine navçeyê. Pisporan li taxên Bozanîç, Karaoglan û Demircilerê di sala 2017an de 2 hezar darên menengiçê bi fistiqên Entabê va aşî kirine.
Serokê Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr Erkan Alkan ji bo encama van xebatan bibîne li herêmê lêkolîn kir.
Alkan got armanca wan ew e ku ev xebat ji bo aboriya navçeyê bibe alîkar, çandiniya fistiqên Entabê zêde bibe, ji ber vê ewê vê projeyê berfirehtir bikin.