29 Mijdar 2015•Rojanekirin: 30 Mijdar 2015
AGRI
Li navçeya Bazîdê li ber deriyê sînor ê Gurbulakê ya ku di navbera Tirkiye û Îranê de ji ber ku qerebalix heye, qasî 11 kîlomêtroyan rêza tiran çêbû.
Şofêr Murat Ozçelîkê ku ji Belçîkayê barê xwe hilda ku here Tehranê got ev 5 roj e di rêzê de ye ku dor were wî û xwe bigihîne Îranê.
Ozçelîk daxuyand ku çiqas dem derbas bibe aciziya wan jî zêde dibe û divê rayedar guh bidin derdê şofêran.
Mustafa Kiliçparlakê ku ji Mêrdînê rêket ku here bajarê Bazarganê jî got ku ev 4 roj e li ber deriyê sînor e û wiha axivî: "Em nikarin hewcedariyên xwe bibînin. Heke parka tiran a nû vebibe rewşê rehettir bibe."