Nihat Kavşut
23 Hezîran 2018•Rojanekirin: 23 Hezîran 2018
BURSA
Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şimşek: "Em di heyameke wisa da ne ku piştgiriya daxwazên ji derva hene, daxwazên li nav welêt piçekî tên asteke maqûl, bêhevsengiya di navbera ferqa carî û enflasyonê da çareser dibe û tê asta îdarekirinê. Me di warê polîtîkayên pere da gavên mezin avêtin. Fikarên li ser polîtîkayên maliyeyê bêwate ne. Em ê bi reformên bingehîn vê pêvajoyê zexm bikin."
"Mixabin rêvebiriya Amerîkayê li gor rêgeza ku daniye zehf meylê dike. Derbeyê li pergala ku piştî Şerê Cîhanê yê 2yemîn derket û gorî me niha li gor menfeet û berjewendiyên dinyayê ye dixe. Divê ez vê rasterast bibêjim, Amerîka di warê ticaretê da ji bona me şirîkekî mezin nîne. Lê ji bona me dewlet û hevalbendekî girîng e. Em li ser hin meseleyan li hev nakin, lê Amerîka dewleteke girîng e. Di ticaretê da û bi taybetî jî di warê îxracata otomotîvê da tesîra herî kêm li ser Tirkiyeyê çêdibe. Loma jî di vê mijarê da bona Tirkiyeyê fikar tuneye, lê bi giştî rewşê xera dike."